Stratejiya li dijî teslîmiyetê: Hêvî

Orient Express cara 4’an li Swîsreyê rojên filman û hefteyên çandê organîze dike. Orient Expressê dirûşmeya xwe ya îsal weke “Hêvî”(bi Elmanî Hoffnung) diyar kiriye û li ser afîşa xwe jî şaxekî hejîrê derxist pêş lewma şaxê hejîrê weke sembola hêviyê tê zanîn.

Orient Express hewl dide her sal li Swîsreyê û kantonên wê filmên Kurdî û her wiha yên ji Rojhilata Navîn derxe pêş û bide temaşekirin. Orient Express bi vî awayî dixwaze pireke çandî ava bike di navbera welatan de û ji ber vê yekê çalaki yên çandî teşwîq dike.

Orient Express tenê filman nîşan nade, di nava hefteyên çandê de konser, panel û kargeh jî tên lidarxistin. Her wiha ji bo îsal bi derhênerên beşdarî rojên filman bûyî re dê kargehên senaryo û filman jî werin organîzekirin û piştî kargeh bi dawî bûn, di sala 2024’an de filmek jî wê were çêkirin. Dîsa di nava sala 2024’an de kargehên kamera û vîdeoyan jî dê werin lidarxistin.

https://oeff.org/wp-content/uploads/2023/10/07-KURDI-03.pdf

Çand-Huner – 26 Cotmeh 2023

Post a Comment

Your email address will not be published. Required fields are marked *